Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, bang li hemû saziyên xwe, hêzên ewlehiyê û gel kir ku ji bo parastina zeviyan bikevin nava seferberiyê.
Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê têkildarî mijarê biryarnameyek derxist.
Serokatiyê diyar kir, şewatên ku li herêmê rû didin, bi zanebûn tên kirin.
Ev şewat di çarçoveya polîtîkaya şerê aborî de tê û rizqê wî bi awayekî yekser dike hedef.
Serokatiya meclisê ji parastina zeviyan ev bang li şênî, hemû saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên Asayîşê û komîteyên gelêrî kir:
Zeviyan bi şev û roj biparêzin û amadekariyên xwe bikin û hemû alavên ji bo vemirandina şewatê di amadebaşiyê de bin.