Hediye Yûsif: Aloziya heyî wê rewşa Îranê mîna Iraq û Lûbnanê bike

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif diyarkir ku hêzên hegemon ji bo projeya xwe ya Rojhilata Navîn dewleta Tirk bikartînin.
Hediye Yusuf anî ziman ku dewleta Tirk ji bo planên dagirkeriyê mîsoger bike li dijî Ewrûpa û NATO’yê bi koçberan û çeteyên xwe gef dixwe.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn axivî.

Hediye Yûsif diyar kir ku di vê salê de armanca hêzên hegemonîk dorpeçkirina Îranê bû û bi ferzkirina ambargoya aborî Îranê neçar kirin ku ji gelek cihên ku girtiye paş ve bikişe.

Hediye Yusif anî ziman ku eger Îran xwe ji Iraq, Lubnan û Yemenê venekişîne wê rewşa Îranê ji ya Iraq û Lûbnanê xirabtir be.

Hediye Yûsif: Hêzên hegemonîn ji bo projeyên xwe dewleta Tirk bikartînin

Herwiha Hediye Yûsif anî ziman ku hêzên hegemon ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn pêk bînin dewleta Tirk bikartînin û dewleta Tirk jî ji bo dagirkeriya xwe ya li heremê berfireh û bike ji vê sûdê werdigre.

Hediye Yusuf got, “Ji ber wê jî îro eşkere dibêje em ê leşkeran bişînin Lîbyayê û piştgiriyê dide çeteyan.”

Her wiha Yûsif diyarkir ku dewleta Tirk ji bo li Sûriyê hebûna Rusya li dijî Emerîka xurtir be û sîsteme netewa demokratîk têk bibe li Efrîn û Idlibê çeteyên xwe bi cih kir.

Hediye Yûsif: Erdogan ji bo planên xwe gefa koçber û çeteyan bikar tîne

Hediye Yusif bal kişand ser planên Tirkiye yên berfirehkirina dagirkeriyê û wiha dom kir: “Dewleta tirk bi gefa koçberan li dijî Ewrûpayê, gefa çeteyan jî li dijî NATO’yê bikartîne.

Leave a Reply

Back to top button