“Heta azadkirina rêber ocalan wê hewildanên me dewam bikin”

Li dijî Tecrîda li ser Rêber Ocelan li gelek deveran kampaniyan imzeyan hatin destpêkirin .
Şêniyên Tebqa û Şamê tekez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê nesekinin.
Endama Kongra Star a Şamê Zeyneb Mihemed jî diyar kir ku heta niha 5 hezar îmze hatiye komkirin.

Endama Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Tebqayê Şeza El Hisên derbarê vê yekê axivî û got:

“Heta niha li Tebqayê û gundewarên wê zêdetirî 190 hezar îmze hatiye komkirin.”

Şêniyên bajarokê Mehmûdlî yê bakurê Tebqayê yên ku beşdarî kampanyayê bûne axivîn.

Mistefa Nasir bang li NY`yê û rêxistinên navneteweyî kir ku bêdeng nemînin û ji bo rakirina tecrîdê gavên pratîk biavêjin.

Cuheyne El Hesen jî tekez kir ku heta azadkirina Rêbertî bi awayekî fîzîkî wê hewldanên wan dewam bikin.

Şêniyên şamê jî destnîşan kirin ku armanca sereke ji kampaniyayê ku agahî ji rêber Apo were girtin..

Endama Kongra Star a Şamê Zeyneb Mihemed diyar kir ku heta niha 5 hezar îmze hatiye komkirin.

Back to top button