Wêneyê Trump yê dema girtî hat weşandin

Serokê berê yê Amerîkayê Trump duh ji ber doza li dijî wî hatibû vekirin hat girtin.
Wêneyê Trump hat kişandin, agahiyên li ser hat girtin û piştî wê 20 deqîqeyan ji girtîgehê derket.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku bi hinceta guhertina encamên Hilbijartina Serokomariya Amerîkayê (DYA) ya 2020’an dihat darizandin, çû Girtîgeha Atlanta ya eyaleta Georgia û teslîm bû.

Trumpê ku êvara Pêncşemê bi konvoyekê çû girtîgeha herêma Fultonê, xwe radest kir, agahiyên wî yên şexsî hatin qeydkirin û wêneyê sûcê wî hat kişandin.

Trump bi qasî 20 deqîqeyan di girtîgehê de ma.

Trump di 22’ê Tebaxê de 200 hezar dolar kefalet dabû.

Di dîroka DYA yê de, ticarî wêneyekî sûcdarî yê serokekî di girtîgehê de nehatiye kişandin.

Di sê dozên din ên ku berê li dijî wî hatibûn vekirin de, rayedaran hewce nedît ku wêneya tomara sûcê Trump were kişandin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Şerîf ê ewlekarîya herêmê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Trump bi hinceta “şantaj û komployê” ji bo demeke kin hatiye binçavkirin.

Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku serokê berê, piştî ku ji Georgia derket, çû Klûba Golfê ya Bedminster ya li eyaleta New Jersey.

Piştî du sal û nîv Twittera yekem a Trump

Donald Trump piştî derketina ji girtîgehê demeke kin li ser hesabê xwe yê X’ê (Twittera berê) wêneyek ku li girtîgehê bi peyama “Destwerdana Hilbijartinê – Tu carî xwe radest nakim” parve kir.

Bi vî awayî Trumpê ku 8’ê Çileya 2021’ê de peyama xwe ya dawî weşand û paşê hesabê wî yê Twitterê hat astengkirin, piştî du sal û nîvê yekem peyama xwe li ser vê platformê parve kir.

Hin çavdêrên siyasî yên Amerîkî dibêjin ku Donald Trump îdia dike ku hevrikên wî van sûcdariyên li hemberî wî dikin, da ku nehêlin ew bo cara duyem bibe namzed.

Li dijî Trump doza 4. hate despêkirin

Back to top button