Li Asyayê 68 milyon kes xêzanin

Banka Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB) derbarê rewşa welatên Asyayê de raporek parve kir.
Li gorî raporê bêtirî 68 milyon mirov di nav xêzaniyê de ne.

Di raporê de hate ragihandin ku li Asyayê 155.2 milyon mirov di nava xizaniyeke giran de ne.

Ji wan 68 milyon di dema şewba Covîd û enflasyona bilind de xizan bûne.

Hem şewbê hem jî rageşiya jeopolîtîk di nava çend salên dawî de rêyên tedarikê qut kirin.

Bi vê yekê re li tevahiya cîhanê enflasyon bilind kirin.

Aborînasê Sereke yê Bankayê Albert Park anî ziman ku li welatên Asya û Pasîfîkê aloziya Covîd û enflasyona bilind bidawîkirina xizaniyê rawesetand.

Ji ber enflasyonê mirov nikare xurek, sotemenî û madeyên din ên pêwîstiya xwe pê heye, bikirin.

Bi heman awayî krîza heyî bandoreke nebaş li ser jiyana jinan jî kiriye.

Lê hikumetên li Asyayê heta niha li dijî krîzê çareserî nedîtine.

Divê hikumetên heyî demldest li dijî bihabûna alavan sîstema parastina civakî xurtir bikin.

Her wiha piştgiriya ji bo pêşketina çandiniyê mezintir bikin û derfetên xizmetên aborî zêde bikin.

Back to top button