PKK’ê ji ber çalakiyên wan gerîlayên azadiyê pîroz kir

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi peyamekê gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir. PKK’ê di peyama xwe dibêje, “Gerîla bi çalakiyên xwe yên serketî dijmin poşman kirine ku hatine Kurdistanê.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi peyameke gerîlayên Azadiyê ku di çeperên berxwedanê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin, pîroz kir û şehîdên berxwedanê bibîranîn.

Di peyamê de wiha tê gotin; “Hêzên dewleta Tirk a mêtinger bi biryara desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê êrişên qirkirin û tunekirinê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê gihandine asteke nû.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di vê pêvajoya diyarker de gerîlayên me bi pêngavên Cenga Xabûrê, Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş ne tenê parastinê dikin, di heman demê de gihîştine wê astê ku bi rengekî çalak hesab dipirsin û ceza dikin.

Li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê, şervan û fermandarên HPG û YJA Starê, li dijî komplogerên navneteweyî, dijminên Kurdan û xayinên ku doza hebûnê ya gelê Kurd li bazarê pêşkêş dikin, şerekî destanî nîşan dikin.”

PKK’ê da zanîn di vê qonaxa şer de tê xwestin ku Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin û piştre jî Rojavayê Kurdistanê ji holê bê rakirin û wiha dewam kir,

“Ji 17’ê Nîsanê û vir ve li hemberî van êrişan li ser bingeha fedaîtiya Apocî berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan, gerîlayên Kurdistanê pêşî li hêzên dijmin girtin û derbên kuştinê lê xistin.

Hêzên me yên gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê xitimandine û têk birine.

Hêzên gerîla ji ber çalakiyên xwe yên serketî dijmin poşman kiriye ku hatiye Kurdistanê”

Komîteya Rêveber a PKK’ê peyama xwe wiha bi dawî kir;

“Fermandar û şervanên me yên HPG û YJA Starê wê her roja sala 2022’an bi çalakiyên serketinê yên nû ava bikin, planên qirkirinê yên sala 2023’an bi erdê re bikin yek.

Em bang li ciwanan, jinan û dostan dikin ku li ser xeta gerîla bijîn, bixebitin û şer bikin.”

Back to top button