Hêzên Sûriya Demokratîk QSD: Tu DAIŞ’î ji girtîgeha navendî ya Reqayê nerevîne

QSD’ê îdiayên hin dezgehên çapmeniyê yên der barê reva hin çeteyên DIAŞ’ê ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê derewand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên derew li ser reva hejmareke çeteyên DAIŞ’ê ji Girtîgeha Navendî ya Reqayê û rewşên îsyanê belav kirin.

Tu çete nerevîne, tu rewşên îsyanê jî çênebûne.

Tedbîrên ewlehiyê û parastinê ên pêwîst tên girtin.”

Back to top button