HPG: 12 Leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin û derb li helîkopterekî hate xistin

Dagirkerên li Kurdistanê nikarin ji derba gerîlayan xwe xelas bikin. Gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêmên Zap û Metîna bi xurtî li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de, 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, derb li helîkopterekî hate xistin û çeperek hate rûxandin. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi balafir û 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombe kirin e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên 18’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk aniye daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku derbên xurt li artêşa dagirker hatiye xistin û ev agahî parve kir;

  • Li herêma Zapê

18’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Karker, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombe li tunelên şer bibarînin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Di encamê de dagirkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

  • Li herêma metîna

18’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên hewl didan li Girê Şehîd Çekdar bi cih bibin çalakiyek sekvaniyê pêk anîn.

Di çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Di saetên nîvro de, li qadê rêzeçalakiyên din yên sekvaniyê pêk hatin.

Di encamê de, 4 dagirker hatin kuştin.

Piştre jî li çepera dagirkeran hate xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de hatin kuştin.

Heman rojê di çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê FM de dagirkerek hate kuştin.

Her wiha 18’ê Hezîranê di saetên derengiya şevê de, li heman qadê, helîkopteran hewl dan dagirkeran deyne.

Li dijî vê hewildanê gerîlayan çalakî pêk anîn.

Leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Dema helîkoptereke êrişê xwest destwerdanê li qada şer bike, tîmeke din ya gerîla ew kir armanc û derb lêxist.

Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê dûrbikeve.

Di tevahiya çalakiyan de, 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha çeperek dagirkeran hate rûxandin û derb li helîkopterekî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi balafir û 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button