Nûnertiya Başûr ya KNK’ê êrişên dewleta Tirk ya dagirker şermezar kir.
Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê êrişên dagirkeriya tirk a li ser Başûrê Kurdistan şermezar kir û got:”Divê hikûmeta Iraq û başûrê Kurditanê xwedî ji gel derkevin êdî nehêlin dagirkeriya tirk sivîlan bikuje.
Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Netwî ya Kurdistan (KNK) têkildarî êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk ya faşîst û dagirker daxuyaniyek weşand
Dewleta Tirk di vê heftê de li başûrê 5 êrişên hewayî li dijî welatiyan pêk anî KNK’ê balkişand li ser van êrişan û got:
Ev rêze êrişên dagirkeriya Tirkiyê hemû pîvanên hiqûqa navnetewî û serweriya Iraqê binpêkiriye.
Di van êriaşn de sivîl tên armanc kirin û hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bideng e.
Em bang li Serokomarê Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Desteya Wezîran ya Iraqê dikin ku erkên xwe yên parastina serweriya hewayî û bejayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê bicihbînin.”
Roja Înê di êrişa Pencewîn de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn, di êrişa dukanê de jî welatiyk şehîd bû.