Bi sedan şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xist û bang li NY û civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bicih bînin.
Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina herêmê Meclisa Jinan a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê meşek li dar xist.
Meş ji pêşiya çerxerêya Sînalko dest pê kir û li pêşiya Parka Serok a li taxa Nasra veguherî mitingê.
Di mitingê de daxuyaniyek hat xwendin û wiha hat gotin:
“Siyasetên dewleta Tirk heman siyasetên împeratoriya osmanî ne ku komkujî li dijî gelên herêmê yên resen ên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û Suryan pêk anîne.
Em bi tundî van sûcên dewleta Tirk a dagirker bi taybet li dijî jinên têkoşer û çalakvanên jin, şermzar dikin.