TPLF hewil dide rêya Jibouti-Eddîs Ababa kontrol bikin

Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) bi hemû hêza xwe ber bi paytexta Etiyopya Eddîs Ababa ve diçe.
Niha jî hêzên TPLF’ê dixwazin rêya navbera paytext û Jiboutiyê kontrol bikin.

Şer di navbera artêşa Etyopyayê û dijberên hikumetê yên Eniya Tîgray de li bakurê welêt li herêmên Amhara û Efer û hinek deverên herêma Oromya dewam in.

Li gorî tora El-Erebiye, çekdarên Eniya Rizgarkirina Tîgray hewl didin rêya di navbera paytextê Eddîs Ababa û Jiboutiyê de kontrol bikin.

Hikumeta Etyopyayê jî diyar kir ku ew ji pêşniyarên Afrîkayê re ji bo çareserkirina aloziyê, vekiriye.

Girêdayî mijarê şevê din, serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta gihaşt Eddîs Ababayê û bi serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed re agirbesta bi Tîgray re nîqaş kir.

Abî Ehmed dateyên serdanê eşkere nekirin.

Piştî ku Amerîkayê têkildarî şerê li Etiyopyayê ceza li ser Eritraya ferz kirin, têkiliyên di navbera Eddîs Ababa û Washingtonê de aloz bûn.

Back to top button