Asayîşa PDK’ê piştî mirina metîn adugît bi 2 mehan, agahiyê dide malbata wî

Weke dewleta Tirk dike, ne bes e Kurdan bêyî dadgehkirin davêje zindanan, mirina wan jî vedişêre. 13 Çileya 2021’ê Asayîşa Hewlêrê agahiya mirina Kurdê bi navê Metîn Adugît digel parêzer bi par ve kiribû, lê bê ku dîroka wefatê bide. Niha piştî lêgerînan, derketiye holê ku Metîn 10 Mijdara 2020’an jiyana xwe li zindanê ji dest daye.

Desthilata PDK’ê mîna pergalên çewisîner, Kurdan bêyî dadgehkirin diavêje binê zindanan.

Ev ne bes e, êdî mirina girtiyan jî vedişêre.

Kurdê ji bajarê Wanê Metîn Adugît ku tevî malbata xwe ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker berî dabû Wargeha Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê, 7 Mijdara 2020’an li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hat girtin.

Piştî ku agahiyên Metîn digel malbata wî qut bûn, a dawî dest bi lêgerînê kir.

Malbata Adugît piştî 2 mehan di rêya parêzerekî re serî li Asayîşa Hewlêrê da.

Asayîşê destpêkê gotibû: “Ev kes ne li vir e.”, lê piştre bi parêzer re bi par ve kir ku Metîn girtî ye û li zindanê bi krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Niha derketiye holê ku Adugît piştî girtinê bi 4 rojan wefat kiriye.

Di raporeke ku îmzeya Bijîşkê Bijîşkiya Dadmendî ya Hewlêrê Hoşyar Mehemed li ser e, eşkere dibe ku rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di dîroka 10 Mijdara 2020’an de agahiya mirina Metîn Adugît Dawid daye Bijîşkiyê.

Rapora Bijîşkiya Dadmendî dîroka wefatê bi vî rengî daye. Asayîş jî, agahiya mirinê di 13 Çileya 2021’ê da parêzer, ev jî piştî ku ketiye nava pirsan.

Her çendî dibêjin Metîn ji ber krîza dil miriye, lê nixumandina mirina wî heta 2 mehan, gelek guman bi xwe re anîne.

Jixwe berî niha, Hacî Yildirim jî li zindana Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button