Hêzên hikûmeta Şamê 6 gundên başûrê Idlibê kirin armanc

Hêzên Hikûmeta Şamê, 6 gundên din ên li başûrê Idilibê dan ber topan.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi şev 6 gundên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Ev top jî, Dêr Sinbil, El-Bara, Kensefra, Fitêra, Filêfil û Bênîn armanc kiribûn.

Artêşa Tirk nuqteyeke din li Sehil El-Xab ava kir

Li aliyekî din û li gorî heman çavkaniyê, artêşa Tirk a dagirker li herêma Sehil El-Xab a bakur-rojavayê Hemayê nuqteyeke din a leşkerî piştî ku alavên leşkerî û lojistîkî anîn wir, ava kir.

Back to top button