Ofîsa Hamasê a Beyrûta Lubanê bû armanca balafirên bêmirov ên Îsraîlê.
Di encama êrişê de tevî yek ji serokê Hamasê Salih El Erurî, 4 kes hate kuştin, 11 jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî êrîş şermezar kir û weke ‘sûceke nû ya Îsraîlê’ bi nav kir.
Tevgera Hizbullah a Lubnanê jî diyar kir ku kuştina El Erûrî wê bê bersiv nemîne
Ji lîderê Hemasê Salih El Erûrî di êrîşa Îsraîlê ya bi balafireke bêmirov de li paytexta Libnan Beyrûtê hate kuştin.
Çavkaniyeke ewlekarî ya Lubnanê ragihand ku alîkarê Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Salih El Erûrî û çend hevalên wî di êrîşê de hatine kuştin.
Hemasê jî bi daxuyaniyekê ev yek piştrast kir.
Ajansa El-Raî ya ku nêzîkî Hemasê ye got:
Di êrişê de ji bilî Arûrî, 2 serkirdeyên din ên Lîwayên Îzzeddîn El-Qesam hatine kuştin.
Îzzet El Rişqê ku yek ji serkirdeyên Hemasê ye di hesabê xwe yê Telegramê da wiha got,
“Kuştinan careke din îspat kir ku Îsraîl nikare bigihêje ti armancên xwe yên li Xeza.”
Di êrişa Israîlê de tevî El Erûrî 4 kes hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
Ajansa Netewî ya Nûçeyan a Lubnanê jî da zanîn di hedefgirtina ofîsa Hemasê li taxa başûrê Beyrûtê de 4 kes hatin kuştine û 11 kes jî birîndar bûne
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî êrîş şermezar kir û weke ‘sûceke nû ya Îsraîlê’ bi nav kir.
Hizbullaha Lubnanê: Wê êriş bê bersiv nemîne
Hizbullah a Lubnanê jî têkildarî mijarê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku kuştina Salih El Erûrî wê bê bersiv nemîne û wiha got: “Êrîşa li ser Arûrî ya li Beyrûtê dewama kuştina yek ji Fermandarên Muhafizên Şoreşa Îranê Seyîd Riza Mûsewî ye ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya 25ê Kanûnê da li Sûriyeyê hat kuştin.
Ev sûc wê bê ceza û bêbersiv nemîne.”
Hizbullaha Lubnanê li dijî 3 baregehên leşkerê yên Îsraîlê êriş pêk anîn
Piştî vê daxuyaniya Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan li dijî 3 baregehên leşkerê ên Îsraîlê êriş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: Xala leşkerî ya Celal El-Alem a Îsraîlê bi moşekan, noqteyên leşkerî yên Merc û Mîtat jî bi çekên pêwist hatine armanckirin.
Balafireke Îsraîlê paytexta Lubnan-Beyrût bombebaran kir: 4 Kes mirin



