Serokkomarê Îranê Reîsî sibê diçe Enqerê

Serdana Serokomarê Îranê ya ji bo Enqereyê ku hatibû paşxistin, wê roja pêncşemê pêk were.
Li gorî agahiyan rewşa Xeza û hevkariya li dijî PKK’ê di rojevê de ye.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê roja Pêncşemê li Enqerê hevdîtinan pêk bîne.

Hatibû plankirin dawiya meha Mijdarê sala borî de hevdîtina aliyan were lidarxistin, lê ev yek hatibû taloqkirin.

Piştî kuştina Erûrî ji aliyê Îsraîlê ve li Lubanê ku yek ji kesayetiyên girîng ên Hemasê bû pêkanîna hevdîtinê balê dikişîne.

Hin îddîa hatin kirin ku têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Îsraîlê di vê taloqkirinê de rol lîstin,

Lê rayedaran diyar kirin ku ti pirsgirêk nîne û wê serdan pêk were.

Tê diyar kirin wê di navbera şandeyên her du welatan de civîneke bilind a hevkariyê bê lidarxistin.

“Rewşa Xeza û hevkariya li dijî PKK’ê di rojevê de ye”

Li gorî agahiyan rewşa Xeza û hevkariya li dijî PKK’ê di rojevê de ye.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê, di mijara ewlehiyê ya hevdîtinan de hevkariya li dijî PKK’ê wê bibe rojeva girîng.

Back to top button