Ji ber polîtîkayên Erdogan hêjmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê hejmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe.
Tenê aliyên muxalif, demokratîk û welatiyên dilxwaz hewl didin birîna mexdûrên erdhejê bipêçin
Li gor rayedarên dewleta Tirk zedeyî 18 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedhezaran jî birîndar in

Şêniyên Semsûr û Mereşê jî diyarkirin ku ji ber kurdin ekîbên lêgerînê di hawara wan de nayên.

Li Semsûrê 5 roj in li ser gelek kavilan xebat nehatine kirin

Li Semsûrê hinek kavil hene ku 5 roj in tu xebat li ser nehatiye meşandin. Gel bi derfetên xwe xebatên rizgarkirinê dike.

AKP-MHP xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedîne

Ligel ku li gelek cihan gelek kes di bin kavilan de ne, rayedarên dewleta Tirk li gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedînin.

Hikumeta AKP-MHP’ê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Rihayê bi dawî kirine.

“Ji ber em kurdin dewlet alîkariya me nake”

Li Semsûrê ev 5 roje hîn hin gund û navçê bajêr ekîbên rizgariyê neçûye.

Welatiyên Semsûrê li hemberî xemsariya dewletê bi hêrs bûne diyar dikin ku ji ber ew Kurd in rayedarên Tirk alikariyê nakin.

Welatiya diyarkirin ku ji ber sermayê gelek kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.

Şêniyên Elbîstanê: Cenazeyê me di bin kavilan de derxînin

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li navçeya Elbistana Mereşê gelekî hêdî didome. Şêniyên Elbistanê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û gotin,

“Em di rewşeke pir zehmet de ne, em xwarinê naxwazin, em dixwazin li me xwedî derkevin.

Xizmên me hîn di bin kavilan de ne, ji ber em kurdin kes guh nade me, bi me eleqedar nabin. Em dixwazin xizmên me ji bin kavilan bên derxistin.”

Gel di pêşengtiya HDP’ê de birînê xwe dipêçe

HDP bi avakairina Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê hewil dide alîkariyê bigîhîne mexdurên erd hejê.

HDP’ê ragihand ku 3 rojên hewil heta niha wan 250 barhilkir û 140 kamyon alîkarî ji mexdurên erdhejê re ragihandine.

Li gorî daneyên AFAD’ê, li 10 bajarên erdhejê heta niha nêzî 19 hezar kes jiyana xwe ji dest dane bi sed hezaran kes jî birîndarin

Û tê texmîkirin bi sedhezaran jî hîn di bin kavilan de benda alîkariyê ye.

Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk hêjmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe

Back to top button