Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk hêjmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê hejmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe. Tenê aliyên muxalif, demokratîk û welatiyên dilxwaz hewl didin birîna mexdûrên erdhejê bipêçin Li gor rayedarên dewleta Tirk zedeyî 17 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 70 hezar kes jî birîndar in Lê çavkaniyên li herêmê dibêjin hejmara rastî ji ya fermî zêdetir e. 

4 roj li ser erdhejê re derbas bûn..

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê hejmara qurbaniyan kêlî bi kêlî zêde dibe.

Bi deh hezaran kes hîn jî di binê kavilan de ne.

Welatiyên li hemberî xemsariya dewletê bi hêrs bûne diyar dikin ku ji ber ew Kurd in rayedarên Tirk alikariyê nakin.

  • Mereş

Li navenda erdhejê Bazarcix a Mereşê ku ji sedî 50’yê wê wêran bûye bîlonaço giran dibe.

Dewleta Tirk di asta têrker de alîkarî nade û mexdûrên erdhejê terqî mirinê hatine kirin.

Tenê Cemxane, maseyên krîzê û navendên alîkariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber kar dikin.

  • Semsûr

Li Semsûrê jî di roja 4’an a erdhejê de gelek mirov hîna di binê bi sedan avahiyên hilweşiyayî de ne.

Cenazeyên ji binê kavilan hatine derxistin jî li korîdorên nexweşxane û dibistanan, li kolanan têne hiştin.

Piştî 36 saetan hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD’ê gihîştin Semsûrê.

Lê derket holê ku tîmên hatine ne yê dewletêne, neperwerdekiriyên ku kincên “dilxwazan” li wan hatine kirin

  • Dîlok

Li bajarê Dîlokê jî gel ji alikariya dewletê bê par mane.

4 roj in xelkê heremê bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin

Welatî û mexdûrên erdhejê bertek nîşanî dewletê didin û dibêjin;

“Dewletê vir ji bîra kiriye û ti alikariyê naşîne li vir.”

  • Amed

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Amedê jî ku bandor ji erdhejê girtiye didomin.

Li gor daneyan heta niha 182 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 80 kes birîndar bûne.

Welatiyên ku 4 roj in li ber kavilên avahiyê li benda xebereke bi xêr in, bertek nîşanî xemsariya desthilatê dan.

  • Riha

Li Rihaya ku di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan heta niha 127 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar 551 kes jî birîndar bûne.

Gel li avahiyên hilweşiyayî bi derfetên xwe xebatên lêgerînê dewam dike.

Heya vê saetê jî gelek kes di bin xirbeyên avahiyan de ne û li benda alikariyê ne.

  • HATAY

Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde xisar dîtiye, bajarê Hatayê ye û li vir jî gel bê çare mane

Bi rojan e hin jî alîkarî neçûne taxên Kuçukdalyan û Sûbaşi yên Hataye.

Li herêmê tîmek saziyên fermî nayê dîtin û welatiyên dilxwaz hewl didin birîna welatiyan bipêçin û dibin alîkar.

Li gorî rayedarên dewleta Tirk, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan 17 hezar kesan derbas kir.

Hejmara birîndaran jî bû 70 hezar û 347 kes.

Çavkaniyên li herêmê dibêjin ku hejmara rastî ji ya fermî qat bi qat zêdetir e.

Back to top button