HDP’ê Şêx Seyîd û 47 hevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

Weke îro, di 29’ê Hezîrana 1925’an de bûyereke biêş qewimî. Şêx Seyid û 47 hevalên wî hatin bidarvekirin. Bi vê boneyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi bîr anîn û xwest, cihên gorên wan bên eşkerekirin.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Şêx Seîd û hevalên wî ji roja ku hatin bidarvekirin û vir ve, bi rengekî cuda ji civakê re tên pênasekirin û têkoşîna wan a maf û edaletê ya ji bo gelê Kurd, weke serhildanekê tê binavkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Piştî vê hewldanê li Komara Tirkiyê yekemcar qanûna Rewşa Awarte kete meriyetê û pêşî li azadiyê hate birîn, vê yekê newekhevî û bêedaletî mezin kir.”

Her wiha hat destnîşankirin ku:

“Divê bûyerên di dema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de qewimîn, bêyî berevajîkirinê bên eşkerekirin û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji malbatên wan û raya giştî re bên ragihandin.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

CÎK’ê diyar kir ku tifaq û hevgirtina gelê me, wê kujerên me têk bibe.
Şefeqa azadiyê nêztir e.
Em ê bi azadkirina Kurdistanê armanca wan bi cih bînin.
Dem dema kar û xebatê ye. Tolhildan ew e ku em dagirkeran ji ser axa xwe ya pîroz derxînin.

Back to top button