Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan diyar kir ku dê hemû pêkhateyên herêmê bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwerêveberiya ku piştî têkoşîneke mezin li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû, hişt ku gelên bindest ên ji mafên xwe yên çandî, ziman, kevneşopî û dîroka xwe bêpar mabûn bibin xwedî maf.
Meclisê diyar kir ku gelên herêmê li dijî bêedaletiyê ji bo mafên çandî, dîrokî û parastina xaka xwe, bi hezaran şehîd dan heta ku gîhîtin vê qonaxê.
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan bang her kesî kir ku da ku bi hev re ji bo parastina Şoreşa Rojava û destketiyan, hîn bêhtir têbikoşin.