PKK: Em rih û îradeya 19’ê Tîrmehê silav dikin

PKK’ê, PAJK’ê, KJK’ê, YPJ’ê û HDP’ê bi daxuyaniyên cuda salvegera 9’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Hat diyar kirin Şoreşa 19’ê Tîrmehê şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ye û hat gotin, “Ev şoreş îro jî bandora xwe li herêmê dike.”
Her wiha banga parastin û mayîndekirina şoreşê hat kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

PKK’ê salvegera şoreşê silav kir û got,

“Li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.”

PKK’ê destnîşan kir bi feraset û pratîkeke rasteqîn a xweparastinê wê parastina şoreşê û civakê xurtir bibe.

KJK: Bi paradîgmaya Rêber Apo di dîrokê de feraseta şoreşeke nû geş buye

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku ev şoreş di sala 9’an de hê jî hêviya mirovatiyê ye.

KJK’ê destnîşan kir parastina şoreşa Rojava li ser esasê xweparastin û rêxistinkirinê ya li ser xeta azadiya jinan û biratiya gelan mezin dibe û got,

“Bi pratîkbûna paradîgmaya demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk a Rêbertiya me, di dîroka mirovatiyê de feraseta şoreşeke nû geş bûye. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Siryan, Keldan û Çerkez li Rojava bi rengên xwe jiyanê ji nû ve rêxistin dikin.”

PAJK: Şoreşa Rojava şênberiya keda 20 salan ya Rêber Apo ye

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê salvegera şoreşê pîroz kir û diyar kir Şoreşa Jinê ya Rojava şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava ye û got,

“çawa ku têkoşîna hevpar a bi lêgerîna azadiyê ya jinan Şoreşa Rojava afirand, îro jî bi aqil û ruhê hevpar ê jinan di çarçoveya paradîgmaya azadîparêziya jin, demokratîk û ekolojîk, mirovahiya pêşverû rizgar bibe.

YPJ: Emê gelê xwe biparêzin û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî bi cih bînin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê tîrmehê daxuyanîyek da.

YPJ’ê destnîşan kir wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya jiyana gelan, heta dawiyê mezin bikin û xwedî lê derkevin.

YPJ’ê got,

“Li dijî êrişên tên kirin û yên bên kirin, em ê gelê xwe biparêzin, erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin.”

HDP: Encamên şoreşa 19’ê Tîrmehê îro jî bandora xwe li herêmê dike

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî bi daxuyaniyekê di salvegera 9’an de Şoreşa Rojava silav kir.

HDP’ê diyar kir 19’ê Tîrmeha 2012’an, di dîroka Rojhilata Navîn, Sûriye, Kurdistan û Rojava de mîladeke mezin e ku îro jî encamên wê bandora xwe li ser herêmê dike.

HDP banga piştgirî, xwedîderketin, parastin û mayîndekirina şoreşê kir.

Back to top button