Dewleta Tirk bi qedexeya ragihandina azad dixwaze sûcê xwe veşêre

Hesabê televîzyona me yê youtube jî di nav de Dewleta Tirk 340 hesabên internetê yên rojnamevan, kesayetên muxalîf, televîzyon û ajas hatin girtin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan(CPJ), bang li dewleta Tirk kir ku xebatkarên çapemeniyê hew bi “terorîzmê” sûcdar bike û rojnamevanên girtî berde.

Dewleta Tirk ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî de dihilweşe.

Bi erdheja 6’ê sibatê ve û bîlançoya ku derket holê de rastiya desthilata Tirkiyê eşkere bû.

Bîlançoya erdhejê roj bi roj girandibe û bîlançoya qurbaniyan 43 hezar kesî derbas kir.

Desthilata Tirkiyê ku roja erdhejê heta niha nikaribûye ku ji daxwazên mexdûran re bibe bersiv, sûcê wî roj bi roj zêde dibe, ketiye pey lîstikên nû.

Ji bo sûcê xwe veşêri jî berê xwe da medya havuz.

Hewil dide bi qedexeyên li ser medya dijîtal çavakê bê agahî bihêle.

Desthilata Erdogan bi riya Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqerê, kenala youtubê ya televîzyona me jî di nav de, 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubê û malperên înternetê yên ajansa mezopotamya, Rojnameya Xwebûn, Aryen TV û Nûçe TV qedexe kir.

Ev ne cara yekê ye ku rojname, malper û weşanên kurdî tên astengkirin.

Ev yek encama nêzîkatiyên dijminane yên li dijî ziman, çapemenî, weşana kurdî û nirxên neteweya kurd in

Bi qedexekriina çapemeniya Kurdî, dewleta Tirk dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirina civakê serbest bimeşîne..

Ev biryara girtina van dezgehên çapemeniyê jî piştî gefên erdogan ên li dijî ragihandin û çapemeniyê hat.

Bi taybet jî dema helwesta gel a;”ka dewlet li kuye” li ser çapemeniyê belav bû, gef lê hat xwarin.

Erdogan jî ragihandina azad û medya dijîtal ku rewşa li ser erdê eşkere dikir, bi propagandaya
rêxistinê sûcdar kir.

CPJ: Rojnamevanan bi terorîzmê sûcdar nekin

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê bertek nîşanê sûcdarkirina rojnamevanan bi “endamtiya rêxistina teror” da û got:

“Divê rayedar van sûcbarkirinan betal bikin, hemû rojnamevanên ji ber ku bi karê xwe rabûne û girtine, serbest berdin û rojnamevaniyê hew bi terorîzmê sûcbar bikin.”

CPJ’yê da xuyakirin ku ji bo wergirtina şîroveyê têkildarê rewşa heyî, e- posta ji Serdozgêriya Komarê ya Enqereyê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandine, lê bersiva wê nehatiye dayîn.

Back to top button