Werzê duyemîn ê sala xwendinê ya 2022-2023’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Îro li herêma Cizîrê karnameyên werza yekemîn li xwendekaran hatin belavkirin. Li hin herêman jî di rojên pêş de dê bên belavkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24’ê Çileyê, werzê yekemîn ê sala xwendinê ya 2022-2023’an qediya.
Îro karnameyên werzê yekemîn li herêma Cizîrê hatin belavkirin.
Li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beriya erdhejê karname hatin belavkirin û li herêma Firatê jî dê di rojên bê de bên belavkirin.
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê jî vê hefteyê hatin belavkirin. Belavkirina karnameyan ji ber erdhejê dereng ma.
Li gorî biryar-nameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diviyabû werzê duyemîn 2’ê Sibatê dest pê kiriba, lê ji ber erdhejê li hin herêman hefteyeke din betlane hat dayîn.
Li hin herêman jî, 2 hefte betlane hat dirêjkirin.
He wiha li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê xwendekar ji xwendinê bê par mabûn.
Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li kantona Kobanê, 16 dibistan heta niha jî girtî ne.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî diyar kir ku tevî hemû astengiyan, xwendekar û mamoste li dibistanan in û got: Dorpêçkirina herêman, êrişên dewleta Tirk a dagirker û nexweşiyên zivistanê bûn asteng.
Ji ber van sedeman heta astekê bandoreke neyînî li asta xwendinê kir.
Semîra Hec Elî da zanîn ku li hin herêman materyal bi temamî hatine dayîn û hin xwendekar bi rêya online dersan dişopînin.