G7: Em piştevaniya navberên mirovî dikin

Wezîrên welatên G7 li gorî daxwaza Îsraîlê tev digerin.
Wezîran li cihê agirbestek giştî, daxwaza navbera şerekî kin kirin.
Her wiha mîna rêveberiya Tel Evîvê wan jî daxwaza serbestberdana girtiyan kirin.

Lûtkeya wezîrên karên derve yên G7 li paytexta Japonya Tokyoyê hat lidarxistin.

Di encama lûtkeya li ser rewşa Xezayê de hat gotin,

“Em teqez dikin ku divê di krîza herî giran a mirovî ya Xezayê de bi lezgîn gav bên avêtin.”

Her wiha hate pştevaniya ji bo mafên mirovan û korîdorên mirovan hate dayîn.

Serbest berdana girtiyan jî yek ji daxwazên din yên wezîran bû.

Êrîşên terorîstî yên Hemasê yên 7’ê Cotmeha 2023’an û êrîşên mûşekî yên dewam hatin rexnekirin.

Wezîrên karên derve yên G7’ê diyar kirin ku “Mafê Îsraîlê heye li gorî qanûnên navneteweyî parastina xwe û gelê xwe bike da ku pêşî li êrîşên dubare bigire.”

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba jî bi videokonferansê beşdar bû.

Ji despêka şerê Îsraîl û Hemasê heta niha ev duyemîn daxuyaniya welatên G7 e ku ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngilistan, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê pêk tê ye.

Wezîrên aborî jî di daxuyaniya xwe ya 12’ê Cotmehê de bi çend gotina anîbû ziman.

Welatên G7 di dengdana pêşnûmaya biryarnameya 26’ê Cotmehê ya ji bo agirbesta mirovî ya li Xezayê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî tê xwestin, nekarîn helwesteke hevpar nîşan bidin.

Di dema ku Fransa dengê erê da pêşnûmeqanûnê, Amerîka li dijî wê deng da û welatên din ên G7 jî bêalî man.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di hevpeyvîna xwe ya bi kanala televizyonê ABC News re gotibû,

“Heta ku girtî neyên berdan wê li Xezayê agirbestek giştî çênebe.”

Back to top button