Yek ji parazvanên hunera Kurd a resen Feyzoyê Rizo koça dawî kir

Li jiyana xeribiyê stêrkeke din a geş ya huner û dengjbêjiya Kurdî ji nava me barkir.
Dengbêjê navdar û biraziyê Şêroyê Biro Feyzoyê Rizo duh êvarê koça dawî kir.
Feyzoyê Rizo jî mîna gelek dengbêjên beriya xwe yên Êrîvanê di parastin û pêşxistina çand û hunera Kurd a resen de xwedî kedeke mezin bû.

Li xeribiyê û li sirguniyê stêrkek û dengekî xurt ên dengbêjiya Kurd jî xatir ji jiyanê xwest.

Di van salên dawiyê de piştî Karapêtê Xaço, Fatma Îsa û mîrê bilûrê Egîdê Cimo; Dengbêjê navdar yê Kurd Feyzoyê Rizo jî koça dawî kir û li wan bû mêvan.

Feyzoyê Rizo ku xwedî dengekî xurt û zelal bû bi gelek stranên navdar ên mîna Delaliyê, Destmalê, Oy oy li min, Bavê Feqî dihate naskirin.

Dengbêjê Kurd di parastina çanda kevnar ya Kurdan de xwedî cihekî girîng bû.

Dengbêj Feyzo Amarov ku weke Feyzoyê Rizo tê nas kirin di sala 1954’an de li gundekî Ermenistanê ji dayik dibe.

Beşek ji malbata wî di sala 1915’an de, di dema qirkirina Ermenan a ji aliyê Osmaniyan ve, ji bajarê Îdirê yê bakurê Kurdistanê koçî Ermenistanê û beşekê jî koçî Gurcistanê kiriye.

Ew ji malbateke dengbêj û hunermendane û biraziyê dengbêjê bi nav û deng Şeroyê Biro ye.

Feyzoyê Rizo hê di zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê û hunermendiyê kiriye. Wî jî mîna gelek dengbêjên Êrîvanê yên beriya xwe tevî hemû zor û zehmetiyan jî terka stranên Kurdî nekir û ev rê û resm berdewam kir.

Wî bi salan tevî lêdana bilûrê a Egîdê Cimo, bi dengê xwe yê xweş û zelal, stran got.

Feyzoyê Rizo ku kedek mezin di parastin û pêşdebirina çanda resen a Kurdî de da, mîrateyeke hêja li pey xwe hişt.

Dengbêjê Kurd beriya du salan bi nexweşiya kanserê ketibû û rewşa tenduristiya wî di rojên dawî de giran bû.

Êvara 7’ê Mijdarê weke stêrkeke geş ya li ezmanan li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê koça dawî kir.

Back to top button