Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Teneb û Bînê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin.
Di encamê de zarokek 13 salî şehîd bû û 3 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, du saet in ji bajarê Ezaz û gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê gundên Bînê û Teneb ên navçeya Şêrawayê topbaran dikin.
Hate gotin zêdeyî 30 top avêtine her du gundan.
Di topbarana li dijî gundê Tenebê de zarokeke 13 salî şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Her weha mala şêniyekî jî şewitî.
Birîndar rakirin nexweşxana Zehra a gundewarên Helebê.
Heta amadekirina vê nûçeya topbaran dewam dikir.