Bi sedan şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Ehmed û Mûaz re xwestin.
Bi sedan şêniyên Gîrkê Legê, gund û bajarokên girêdayî wê tevlî merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed û Mûaz bûn.
Ji bo şehîdan li Rimeylan merasîmeke navendî hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn, behsa lehengiya şehîdan kirin û diyar kirin ku wê li dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Bi hevgitinê û pêkanîna jiyana hevbeş wê dewleta Tirk têk bibin.
Piştre wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên her du şehîdan hatin kirin.
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.