Malbata Endamê KNK’ê û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê şehîd Denîz Cevdet Bulbun doh li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek ya çapemeniyê da û bang li Hikûmeta Başurê Kurdistanê kir ku kujerê kurê wan bê eşkerekirin û gitin.
Bavê şehîd Denîz, Cevdet Bulbun di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got:
“Ev 24 rojin kurê me hatiye qetilkirin.
Heta niha tu kes li ser bûyerê nehatiye binçavkirin û aliyên ewlekariyê jî heta niha tu tişt li ser êrişê eşkere nekiriye.
Em dixwazin kujerê kurê me bê eşkerekirin.
Lewra ji bo me serbilindiye ku kurê me li ser doza azadiya gelê Kurd hat şehîdkirin.”
Bavê şehîd Denîz bang li Hikûmeta Başure Kurdistanê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku kujer, kes û hêzên li pişt bûyerê demildest bên eşkerekirin, herwiha sedema qetilkirina kurê wan bê eşkerekirin ku çima û ji ber çi kesekê sivîl û bê sûc tê qetilkirin?



