Şêniyên Heremê: Komplo îro bi şêwazên cûda berdewam dike

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ji 25 salan ve berdewam e. Welatiyan diyar kir ku her çi qas komplo li dijî wan hebin jî dê wefadarên Rêber Apo û şehîdan bin.

Serokê Nivîsgeha Xebatan a Meclisa Sivîl a Rojhilatê Dêrazorê Xelîl El Hindawî got:

“Êrişên li dijî herêmê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye lê dev ji vê xetê bernadin.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Sefiye El Hesen jî got:

“Belavbûna fikrê Rêber Apo, cîhan û pergalên kapîtalîst hejand.

Berdewamkirina komploya kirêt li ser edalet û rastiyê tehdîd e.”

Welatiyê bi navê Beşîr El Nayif jî got:

“Komploya navneteweyî hîna berdewam e. Niha bi van êrişan, projeya Rêveberiya Xweser dikin hedef.”

Semer El Cuma jî komploya navneteweyî şermezar kir û got:

“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, têkoşîna me jî ranaweste.”

Mehmûd El Nayif bang li gelên cîhanê kir ku li hember dewleta Tirk bi hev re bisekinin.

Back to top button