
Li navçeya Meydankê ya Efrînê, komên çete bi çek û bombeyan pev ketin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din komên çete yên Tirkiyê, li ser baregehên leşkerî bi çekan û bombeyan pev çinînin û li wir 2 çete hatin kuştin.
Di heman çarçoveyê de û li gorî heman çavkaniyê, komeke nenas bi bombeyan êrîşî baregeheke çeteyan a li navçeya Bilbilê kir û li wir jî çeteyek hat kuştin.
Li gundê Sosyan çeteyekî ji koma polîsa Efrînê hat kuştin
Çevdêriyê diyar kir ku li herêma Babê yê dagirkirî çeteyekî ji koma ” Polîsa Efrînê” li nêzî gundê Sosyan ji hêla kesên ne-nas hat kuştin .