
Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê êrîşî dibistanekê hate kirin.
Di êrîşê de 5 jê zarok 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê bi çekan êrîşî dibistanekê hate kirin.
Li gorî agahiyan di êrîşê de 9 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin 5 zarok, 2 mamoste û 2 parêzvanên dibistanê di êrîşê de mirine.
Waliyê herêma Udmurtayê, Alexender Breçalov diyar kir ‘Gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne’.
Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsyayê diyar kir êrîş li dijî dibistana jimara 88’an hate kirin û piştî êrîşê, êrîşkar xwe jî kuştiye.