Wezîra Karê Derve yê Almanyayê sibê diçe Ermenîstan û Azerbaycanê

Wezîra Karê Derve yê Almanyayê Annalena Baerbock wê serdana Ermenîstan û Azerbaycanê dike.
Mijara 100 hezar Ermeniyên ku ji Qerebaxê Koçber bûne wê rojeva sereke a Baerbock be.

Wezîra Karê derve ya Almanyayê Annalena Baerbock wê sibe serdana Ermenistan û Azerbaycanê bike.

Ev serdana ji aliyê Almaniyayê ve piştî 45 rojan ji kontrolkirina herêma Qerebax a Çiyayî ji aliyê Azerbaycanê ve pêk tê.

Li gorî agahiyên Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Almanyayê parve kirî wê Baerbock despêkê biçe Ermenîstanê.

Û li paytext Erîvanê bi hempişeyê xwe yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re hevdîtinê bike.

Piştre jî wê serdana koçberên Ermenî yên ji Qerebaxê derketine bike.

Piştî Azerbeycanê herêma Qerebax a Çiyayî kontrol kir, bêtirî 100 hezar Ermenî neçar mabûn ku ji herêmê xwe koçber bibin û bikevin ser rêya Êrîvanê.

Lewra jî Almanya û giştî Ewropa li hember pêla koçberiyê bi fikarin.

Baerbock wê heman rojê jî serdana Azerbaycanê bike.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Almanyayê diyar kir ku Baerbock wê li paytext Bakûyê bi hempîşeyê xwe yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re bicive.

Piştre jî wê bi nûnerên saziyên sivîl re bicive.

Wezareta Karê Derve ya Almanyayê doh li Berlînê têkîldarî serdanên heyî daxuyaniyek da û got:

Almaniya ji bo aştiya daîmî, pirrengiya siyasî û aborî û têkiliyên nêzîk û baş ên bi Ewropayê re li herêmê di nava hewildna de ne.

Armanc ew e ku bi danûstandinan aştiyek berfireh pêk were.

Gelê Ermenî û Azerî di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”

Wezareta Karê Derve ya Almanyayê diyar kir ku Almanya jî piştgirî dide hevdîtinên sêalî yên bi navbeynkariya Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel.

Back to top button