Li Dêrazorê komteyên rewşên awarte li dijî belavbûna vîrûsa Corona, tedbîr xurt kirin.
Desteya Şaredariyan û Xizmetkariyê ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo xurtkirina tedbîrên hişyariyê yên li dijî belavbûna vîrûsa Corona civînek lidar xist.
Di civînê de xebatên komîteyên rewşên awarte yên girêdayî pêkanîn tedbîrên qedexeya derktina derve û tedbîrên taybet ên xweparastinê ji vîrûsa Corona hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de rêzebiryarên ji bo xurtkirina tedbîrên xweparastin hatin dayîn.
Ji biryarên hatin dayîn:
Destpêkirina hemleya pakkirinê li tevahiya herêmên Dêrazorê, ev hemle di 29`ê Adarê de destpê dike.
Avakirina tîmên pakkirinê ji bo gundewarên Rojava, Rojhilat û Bakurê Dêrazorê û jê re amûr û alavên pêwîst ji bo reşandina dermanan û şiştina dikanên bazirganiyê hat pêşkêşkirin, .
Destpêkirina hemleyên hişyarkirinê, bi rêya mizeftan û belavkirina belavokan.