Rejîma Sûrî derdora nuqteyeke dewleta Tirk li Idlibê topbaran kir

Di rojan 23 an a agirbesta Puitn-Erdogan de rejîma Sûrî li rojavayê Idlibê derdora nuqteyeke dewleta Tirk topbaran kir.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî li Rojavayê Idlibê derdora nuqteya dewleta Tirk a li bajarokê El-Naciya topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku derbarê ziyanan de ti agahî nehatine parvekirin.

Li Başûrê Idlibê jî binpêkirina agirbesta Puitn-Erdogan dewam dike û herî dawî şerek di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de li bejahiyên Fitêra û Kefer Nubilê rû da.

Duh jî çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Kefer Betîx êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî kir.

Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Back to top button