Parlamenterên HDP’ê, qanûn şermezar kir

Desthilatdariya AKP-MHP’ê duh pêşniyar-qanûna înfazê anîn meclisa giştî ya Tirkiyê. Ev qanûn li meclisê bû cihê rikberî û nîqaşan. HDP di hevdîtinên meclisê de, qanûna înfazê weke efûya ji bo alîgirên MHP-AKP’ê destnîşan kir.

Duh li meclisa Tirkiyê hevdîtin û nîqaşên li ser qanûna înfazê ya AKP-MHP’ê dest pê kirin.

Serokwekila Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ji aliyê rêbaz ve, hevdîtinên li ser pêşniyara qanûna înfazê, li dijî rêziknameya meclisê ne.

Meral Daniş Beştaş ev qanûn wek, efûya ji bo alîgirên AKP-MHP’ê bi nav kir.

Parlementerên HDP’ê jî bi çalakiyekê deng-derxistinê û bi rakirina pankartan bi nivîsên ‘Înfaza wekhev dide jiyîn’, ‘Corona girtiyan cuda nagire dest’ û ji bo her kesî edalet’ hilgirtin û qanûna înfazê ya AKP-MHP’ê şermezar kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ev qanûn ji derveyê girtiyên siyasî, berdana 90 hezar girtiyên edlî ango diz, çete û kujeran armanc dike.

Back to top button