Li Idlibê, piştî lihevkirina navbera dewleta Tirk û Rûsyayê, qaşo wê dewriyên hevpar pêk werin. Lê ev cara sêyemîn e ku dewriye ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê astengkirin.
Li gorî peymana Moskovayê, divabû rêya M4 (Heleb-Lazqiyê) vebe û dewriyên hevbeş yên Rûs û Tirkan dest pê bikin.
Rê vebû û heya astekê dewriyên Rûsî-Tirkî pêk hatin, lê di wan dewriyan de jî çeteyên Tirkiyê li dijî wan derdiketin û rêya wan asteng dikirin.
Îro jî, li Idlibê li ser rêya M4 dewriya Rusî-Tirkî ya sêyemîn wê pêk hatiba, lê dîsan çeteyên dewleta Tirk pêşiya karwanê girt û bi keviran ve êrîşî wan kirin.