Li Amedê teqînek çêbû, 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Bakurê Kurdistanê, li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê teqînek çêbû, di encamê de 5 kesan jiyan xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, teqîn li bejahiya taxa Şawişa ya navçeya Pasûrê çêbûye.

Ev teqîn, di dema derbasbûna erebeyekê de pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê jî, hate ragihandin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Lê heya niha navên van kesan nehatine diyarkirin.

Back to top button