Mesrûr Barzanî Şengal û Rojava ji bo êrişan hedef nîşan da

Ji malbata Berzanîyan Mesrûr Barzanî, careke din Şengal û Rojava ji bo êrişan hedef nîşan da.
Barzanî, ku li Hewlerê daxuyanî da, bang li hikûmeta Iraqê kir ku divê peymana Şengalê bi cih were û xwest êrişî Şengalê bike.

PDK’ê ya ku di sala 2014’an de civaka Êzidî bi komkujiyên DAIŞ’ê re rûbirû hişt û beyî ku li pişt xwe binêre revî, li dijî Şengalê di nava planê qirêj de ye.

Mesrûr Barzanî, li Hewlerê piştî civîna wezîran daxuyanî da û xwest ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi “Peymana Şengalê” mudaxaleyî Şengalê bike.

Barzanî di daxuyaniya xwe îşaret bi hêzên civaka Êzidî kir û got :

“Li wir di navbera hêzên xwe ferz dikin û hêzên ewlehiya Iraqê de pevçûn û pirsgirêk derketin.”

Herwiha Barzanî di daxuyaniyê xwe de bi gotina “Li şûna vekişandinê ji Sûriyê hêzeke zêdetir anîn û li dijî hev sekinîn” Rojava jî kir armanca êrişan.

Mesrûr Barzanî bang li hikûmeta Iraqê kir ku divê peymana Şengalê bi cih were û berpirsyariya dikeve ser milê wê bi cih bîne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di 18’ê Nîsanê de Arteşa Iraqê bi piştgiriya dewleta Tirk hewl da bikeve Şengalê.

Dîsa di pişt van êrişan bangên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê hebûn.

Back to top button