Li Efrîn Çeteyan welatiyek 85 salî revand

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dagirkeriya tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Çeteyan welatiyek 85 salî ji navçeya Mabata revand. Li Gundê Kefer Sefrê jî çeteyan 352 darên zeytûnê birîn.

Li gundê Dargirê yê navçeya Mabata çeteyan welatiyê bi navê Mistefa Henan Qere Henan yê 85 salî revand.

Hate zanîn çeteyan Welatiyê 85 salî birin navenda çeteyan a navçeya Mabata û ji bo berdana wî 1500 dolar jê xwestin.

Li gundê Kefer Sefrê çeteyan 352 darên zeytûnê birîn

Li gundê Kefer Sefrê jî çeteyan welatiyan bi zexta çekan neçar kir 325 darên xwe ên zeytûnê bifroşin.

Çeteyên dewleta Tirk ji bo ku avahiyên mêtîngeriyê li şûna daran ava bikin, 325 dar birîn.

Back to top button