Bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê şahiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Şahiya bîranînê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin.
Di bîranînê de sînevîsyonek der barê jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn de hate pêşandan.
Pişt re hevseroka Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk Hîvda Herekol axivî û bal kişande li ser kesayet û têkoşîna Şehdî Mizgîn.
Piştî axaftinan, komên mûzîkê stranên şehîd Mizgîn gotin.