Ji Zagrosan heta Kato Jîrka, fermandare fedaî-Evîndar Kavak

Li çiyayên xwedawendan textê xwe daniye, şervanên YJA STAR’ê xwe ji nû ve ava dikin û dibin navê nasnameya jinên azad. Evîndar Kavak ku li çiyayan bi ruhê xwedawendan re hat ba hev, bû nûnera xeta jina azad.

Eylem Mazlûm (Evîndar Kavak), li Mêrdînê ji malbateke welatparêz jidayîk bûye.

Xalê wê yê şehîd, gelek bandor lê dike û dest bi xwendina pirtûkên rêber Apo  kir.

Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo re hezkirina wê ji PKK’ê zêde dibe.

Tev li xebatên ciwanan dibe û dibe pêşengeke bandorbar.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava, ji bo bibe şervaneke azadiya gelê xwe, baz dide çeperên şer.

Ji bo bibe gerîla pir bi kelecan û daxwaz xwe digihîne çiyayan.

Li serê çiyayan rêgeza bingehîn a ku bala wê herî pir diçe ser, têkiliyên hevretiyê ne.

Di nirxandineke xwe de dibêje;

“Bi hestyariya hevalan a berpêyî hev û jiyanê pir bandor li min bû. Min awayê danîna diyalogê ya hevalan a bi hev re dît, ez bûm heyran.”

Eylem, weke mîlîtaneke YJA STAR’ê li qada Zapê pir dixebite.

Di nirxandineke xwe ya têkildarê çiyayên Zapê de wiha anî ziman:

“Dema ku ez li Zapê bûm, min gelek hevalên hêja nas kirin. Ji bo min bû tecrûbeyeke pir baş. Di warê leşkerî, şer û vînê de li qada Zapê gelek tecrûbeyên min çêbûn. Baweriya min bi xwe zêde bû. Dibêjin ku Zagros cihê xwedawendan e, lewma tim li Zapê hestên menewî bi min re çêbûne.”

Eylem, tim alîgira wê yekê bû pratîk û teorî bi hev re bibin yek.

Wek her mîlîtaneke Apoyî, ji bo perwerdehiyê her û her dilxwaz bû.

Herî dawî ber bi Kato Jîrka ve bi rê ket.

Çiyayên Kato Jîrka, ew da ber dilê xwe. Di gelek çalakiyan de pêşengtî kir.

Bêyî sekin û westan, têkoşiya, ji bo bibe fermandar û hevrêyeke liyaqê hevrêyên xwe, şer kir.

Fermandarên serdema nû yên zindî û dînamîk Eylem û Bahoz li Kato Jîrka, bi têkoşîneke destanî derbe li ser derbeyê li dijmin xistin.

4’ê Tîrmeha sala 2022’an her du fermandar şehîd dibin.

Bi israra wan a têkoşînê de, ruhê wan ê Apoyî ku xwe daye serkeftinê, gelek mîrate ma ji şervanên azadiyê re.

Back to top button