Saziyên herêmê siyasetên tunekirinê li dijî Xelkên şehba û koçberên Efrînê tên meşandin şermezar dikin, bang Ii rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin, berî ku karesat rûbidin.
Şehba ji aliyê hikuemta Şamê ve hîna di nava dorpêçê de ye.
Hêzên hikumeta Şamê roj bi roj dorpêçê girantir dikin û nahêlin madeyên bingehîn û pêdiviyên jiyanî, bi taybet sotemenî û pêdiviyên zarokan derbasî herêmê bibe.
Ji ber wê tevahî saziyên xizmetguzarî û sivîl ên li herêmê sekinîn, tenê firin bi enerjiya xwe ya kêm dixebitin.
Perwerdeya dibistanan jî hate taloqkirin, bi wê re 14 hezar û 500 xwendekar ji ber dorpêçê ji xwendinê mehrûm bûn.
Vê yekê, deriyê nerazîbûnê li gel xelkên herêmê vekiriye.
Kombenda Efrîn banga bidawîkirina dorpêça li ser Şehba kir
Kombenda Efrîn a Civakî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî xelkê Şehbayê şermezar kirin.
Bi beşdariya endanên kombendê û koçberên Efrînê yên li Qamişlo daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, 5 sale xelkên Efrînê koçberin, binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker li hundirê Efrînê bidawînabin.
Bi ser de hêzên hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser koçberên li Şehbayê ferz dikin.
Armanca wan ji vê dorpêçê vîna koçberên Efrînê bişikînin û wan belav bikin.
Hêzên hikumeta Şamê bi rêya Firqeya 4’an nahêlin madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin û bi vê yekê dixwazin êşên koçberan zêde bikin.
Kombendê anî ziman ku di 4 rojên dawîn de, jenetorên kehrebê ji ber nebûna sotemeniyê li Heleb û Şehbayê bi temamî sekinînin, ji wê zêdetir jî dewleta Tirk a dagirker topbaranên xwe dewam dike.
Dawiyê kombendê piştgiriyê xwe ji xelkên li Şehbayê re anî ziman û ev bang kir:
“Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku yekser destwerdanê bikin, dorpêçê bi dawî bikin da ku karesatên mirovî pêk neyên.”