“Em bang li NY dikin ku qada perwerdehiyê ji hesabên siyasî dûr bixin”

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El Mihemed bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir li dijî dorpêça li ser Şehbayê bi erka xwe rabin.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd jî diyar kir ku ji ber dorpêçê koçberên şehbayê bi karesetek mirovî re rû bi rû ne.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Şehbayê di 25’ê Mijdarê de ji ber nebûna sotemenî û dorpêçe hikûmeta şamê bi biryarekê rawestandina dewamê li dibistanên şehbahê rawestand.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd El Mihemed behsa hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyan kir.

Mehmûd El Mihemed diyar kir ku her kes zehmetiyên li ser gelê me yê Şehbayê dizane û wiha got:

“Eger hikumeta Şamê qedexekirinê bidomîne em dikarin bibêjin ku proseya perwerdehiyê ya li Şehbayê di bin gefa rawestînê de ye.

Em bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku qada perwerdehiyê ji hesabên siyasî dûr bixin.

Her wiha em bang li hikumeta Şamê dikim ku dev ji van kiryaran berde, ji ber ku perwerde mafê her zarokekî ye.”

“Eger dorpêça li ser Şehbayê neyê rakirin, wê xeteriyên mezin derkevin holê”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd jî di derbarê heman mijarê de axivî û ev nirxandin kir:

“Şehba ji ber şerê tê de çêbû hemû binesaziyên herêmê bi tev dar û berên herêmê hatibûn xerakirin.

Ji bo wê bingeheke saxlem ji bo jiyankirinê li Şehba tune ye.

Lewma ji despêka koçberbûna gelê Efrîn ên di kampan de û gelê li navçeyan li ber xwe dide û heta niha zehmetiyeke mezin heye.”

Cemal Reşîd diyarkir ku ew ji bo rakirina dorpêçê bi hemû aliyên peywendîdar re di nava têkîliyan de ne û got:

“Eger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin, wê xeteriyên mezin li herêmê derkevin holê. Koçber bi karesetekî mirovî re rû bi rû ne.”

Li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê perwerde hat rawestandin

Back to top button