Stoltenberg: Ji ber tevgera Rûsya NATO di amadebaşiyê de ye

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku ji ber tevgerên leşkerî yên Rûsya ku hîna li sînorê Ukrayna dimeşîne, ew di amadebaşiyê de ne.

Jens Stoltenberg li paytexta Fransa Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re civiya.

Piştî civîna li Koşka Elysee Stoltenberg û Macron daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Stoltenberg diyar kir ku ji bo vivîna meha pêş ya NATO yê wan nirxandinên berfireh kirine.

Sekreterê Giştî yê NATO ji bo xurtkirina têkliyên navbera Bakurê Amerîka û Ewropayê de ev civîn weke fersendeke girîng binav kir.

Jens Stoltenberg dazanîn ku yek ji mijarên sereke yên rojeva wan dijberiya li hember rejîma Rûsya û Çînê bû.

Em li ser rewşa li sînorê Ukrayna jî axivîn.

Pêwistiya me bi çareseriyeke aştiyane heye.

Lê ji ber tevgerên Rûsya yên êrişkar NATO di amadebaşiyê de ye.

Stoltenberg ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, NATO li Iraqê xebatên xwe yên perwerdê zêde kirine.

Ji bo Efxanistanê jî rûpeleke nû hatiye vekirin.

Macron Tirkiye bi binpêkirina berjewendiyên NATO tewambar kir

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a ‘newekheviya li ser sîstema biçekirinê û mijara Sûriye, Lîbya, Derya Spî û Qafqasan’ a salên dawî.

Berî niha jî Macron têkildarî êrîşên Tirkiye û rola NATO’yê rexne kiribû.

Hêjayî gotinê ye, 14’ê Hezîranê wê civîna welatên endamên NATO pêk were.

Back to top button