Şehîd Ehmed Seyid bi merasîmekê li Amûdê hat oxirkirin

Bi dehan şêniyên bajarê Amûdê, cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Seyid bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Ehmed Seyid bi nasnav Amed Agirî di 19’ê Gulanê de dema ku li ser erkê xwe bû ji aliyê şaneyek veşartî ya DAIŞ’ê ve hat hedefgirtin, şehîd bû.

Malbat, endamên Saziyên Sivîl, heval û hogirên ji bo beşdarî merasîmê bibin, li goristana şehîd Ismaîl kom bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Saziyan Malbatê Şehîdan û Mecilsa Amûdê ya Leşkerî hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwesetin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed bi dirûşmeyan spartin axê.

Back to top button