Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi operasyon û serdegirtinan gelek kes hatin binçavkirin.
Li Wanê, polîsên Tirk avêtin ser malekê û stargeha xwendekaran a li taxa Akkopruyê.
Di operasyonê de kesên bi navê Bîlal A. û Eda T. hatin binçavkirin.
Li Colemêgrê jî kesê bi navê Rahmî A. hate binçavkirin.
Hate ragihandin ku her sê kes bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Li Stenbol, Amed û Enqerê 2 kes hat binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de Alî Coşkûn û Kadrî Ertûgrûl hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Li Enqereyê dema binçavkirina13 kesên ku ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hatibûn binçavkirin, hate dirêjkirin.
Li Amedê Hevserokê berê yê Şaxê Amedê Ramazan Kavak û kurê wî di operasyona qirkirina siyasî ya 19’ê Gulanê de hatin binçavkirin.