Li Bakur û Rojhilatê Sûriy 57 kesên din bi Coronayê ketin, 2 jî mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriy di 24 seatên dawî de 2 kes ji ber vîrûsa coronayê jiyan xwe ji dest dan

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir her du kesên jiyan xwe ji dest dan 2 mêr in.

Mustefa destnîşan kir ku 30 mêr û 27 jin 57 kes pê ketine, 4 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan, hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 328 kes, ji wan 711 kes jiyan xwe ji dest dane û hezar û 762 kes baş bûne.

Back to top button