Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk windahiyên mezin dide û kuştiyan vedişêr e

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê diyar kir armanca artêşa Tirk ya dagirker ew e ji Zapê heta bi Avaşînê dorpêç bike û lê bi cih bibe.
Fermandar Hêzil destnîşan kir ew ê weke gerîla heta dawiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û bang li jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser êrîşên dagirker û berxwedana gerîla axivî.

Hêzil bal kişande li ser êrîşên dagirkeriyê yên ku 23’yê Nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê destpêkirin û diyar kir hedefa artêşa Tirk a dagirker ji Zapê heta bi Avaşînê dorpêç bikin.

Hêzil destnîşan kirk u dixwazin hebûna gerîla bikin hêcet û li van deveran bi cih bibin.

Hêzil da zanîn ji bo armanca xwe bibin serî bi hezaran leşker tevlî vê operasyonê bûne û wiha got,

“Hêza şer a van leşkeran tine. Heke xwe nespêrin teknîkê li dijî gerîla ti şansê wan tine. Li dijî bi sedan dagirker, ew qas teknîkê li çepera şer a Mamreşo tenê 7 heval hebûn. Hevalên me 11 rojan bi lehengî li ber xwe dan, nehiştin ku dijmin bikevin hundir.”

Fermandar Hêzil diyar kir ku artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla derbên giran dixwe û kuştiyên xwe jî vedişêr e.

Hêzil: Rewatiya hikumetên Iraq û Başûr nema ye

Fermandar Hêzil sedemên bêdengiya hikumetên Iraq û başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê wiha anî ziman,

“Bêdengiya li pêşberî êrişên li ser qada xwe ya serweriyê, jidestdana rewatiyê ye. Bazariyên veşartî û eşkere çi dibin bila bibin, Iraq û hikumeta herêmî ketine wê rewşê ku ji rewabûnê bêpar mane. Eger ne bi vî rengî be, hingî ew parçeyek ji vî karî ne. Ji bilî van herdu sedeman bêdengî bi rengekî cuda nikare bê pênasekirin.”

Hêzil: Gerîla wê heta dawiyê li ber xwe bide

Fermandar Hêzil Ozgur diyar kir ewê weke gerîla heta dawiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi van gotinan bi dawî kir,

“Bi navê gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, em bi biryar in ku heta dawiyê bibin pêşengên pêngava Dem Dema Azadiyê ye. Lê belê di serî de jin û ciwanên Kurd, gelê me yê li hemû parçeyan divê li her deverê têkoşîna xwe mezin bike.”

Back to top button