Çalakiya greva birçîbûnê di roja 176’an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo li girtîgehan, Mexmûr û Yewnenistanê bi biryardariyeke mezin didome.
Xizmên girtiyan diyar kirin ji bo şikandina tecrîdê divê ew têkoşînê mezin bikin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtina koma 36’emîn di roja 176’an de ye.

Her wiha Çalakiya li Mexmûrê di roja 155’an de didome.

Çalakiya li Yewnenistanê jî di roja 138’an de dewam dikin.

”Ji bo şikandina zincîrên tecrîdê, divê em bi hev re têbikoşin”

Bêmafî û tecrîda li girtîgehan didome bandoreke mezin li ser malbatên girtiyan jî dike.

Yek ji malbata di bin bandora vê yekê de dimîne Filiz Bozan Irmak û Ednan Irmak e.

Ednan hevjînê Filiz e, di girtîgehê de ye û 5 zarokên wan hene.

Filiz bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û rewşa wê ya zehmet a aboriyê

Filiz da zanîn ku li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan hene, ji bo şikandina zincîrên tecrîdê divê em bi hev re têbikoşin.

Li Silêmaniyê Komeleya Karkerên Mezopotamya banga azadiya Rêber Apo kir

Li Silêmaniyê Komeleya Karkerên Mezopotamya bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Komeleya Karkerên Mezopotamya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Back to top button