Selman Barûdo: Qanûna Sîzer wê derbeyek mezin li aboriya Sûriyê bixe

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo diyar kir ku “eger Qanûna Sîzer were pêkanîn, wê derbeyeke mezintir li aboriya Sûriyê bikeve. Barûdo dibêje; “ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî nekevin lîsteya vê qanûnê, ew hewl didin deriyên sînorî yên hatine girtin, vekin. 

Amerîka, ji bo bihêle Esed di aliyê siyasî de gaveke çareseriyê bo Sûriyê bavêje, biryara sepandina qanûna Sîzer da..

Der barê vê de, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo dibêje;

“Ji ber cezayên Amerîka û YE yên li hikûmeta Şamê birîne, rewşa aboriya Sûriyê xirab e û nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar pir kêm bûye.

Eger ev qanûn pêk were, wê derbeyeke mezintir li aboriya Sûriyê bikeve”.

Qanûna Sîzer, projeyeke Kongressa Amerîkî ye û ji bo cezakirina rejîma Sûrî û di serî de serokê wê Beşar Esed ku –sûcên şer der heqê gelên Sûrî de pêk tîne–, hatiye pêşinyarkirin.

Li gorî qanûnê, çi aliyekî dewletî, hikûmî yan jî şîrketên ku bi hikûmeta Şamê re didin û distînin, wê werin cezakirin.

Selman Barûdo: Ji bo herêmêm me dûrî cezayê bin, em di nava hewldanan de ne

Li ser mekanîzmaya pêkanîna qanûnê jî, Selman Barûdo dibêje “heta vê kêliyê, naveroka vê qanûnê ne zelal e.

Jixwe hîna Sîzer dest pê nekiriye û lîre miriye, eger pêk were dê helbet rewş kambaxtir bibe..

Li ser vê jî û ji bo bidûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji lîsteya qanûnê.. Barûdo da zanîn ku “ew peywendiyan bi civak, rêxistin û Koalîsyona Navneteweyî re pêk tînin”.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo, bang li aliyan kir ku “ji bo herêm di bin bandora vê cezayê de nemîne, alîkariya mirovî û tenduristî bigihêje gelên herêmê –taybet kampên koçberan–, divê deriyên hatine girtin, di zûtirîn dem de werin vekirin”.

Tê gotin, heya Esed danûstandineke siyasî cidî bi Amerîka û Rûsyayê re pêk neyîne û Îran ji herêmê dernexînê, wê ev ceza raneweste.

Back to top button