MÎT’ê Başûrê Kurdistanê kiriye navenda êrişên li dijî Kurdan

Bi alîkariya PDK’ê Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT’a Tirk bûye navenda qetilkirina şoreşger û welatparêzên kurd. Ji sala 2021’an ve li Silêmaniyê 3 welatparêz û akademîsyenên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirk û hevkarên wê ve hatine qetilkirin û rêveberiya Başûrê Kurdistanê hesab ji kujeran, naxwaze. Îro jî li Silêmaniyê Akademîsyen Nagîhan Akarsel di êrişek çekdarî de hate qetilkirin.

Li Başûrê Kurdistanê bûyerên qetilkirina welatparêzên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirk bi piştgiriya PDK’ê zêde bûne.

Dewleta Tirk a dagirker 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef û ew birîndar kir.

Di 17’ê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê hat şehîdxistin.

Piştî bûyerê, di demek kurt de, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê şehîdbûna Şukrî Serhed eşkere kir û diyar kir ku ew êriş li dijî tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê û aramiya Silêmaniyê ye.

Şeva 17’ê Gulana 2022’yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bû.

Di roja 28’ê Tebaxa 2022’yan de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.

Piştî wê bi rojekê jî vê carê dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) welatparêzê Kurd Ebûzêd Dêrhînê qetilkir.

Rojnamevan û çalakvana Kurd Nagîhan Akarsel hat qetilkirin

Îro jî Endama Akademiya Jineolojiyê, Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.

Nagihan Akarsel a ji bajarê Konyayê bû, di heman demê de rojnameger û nivîskar bû.

Çend sal bû li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.

Heta niha hesab ji kujeran nehatiye xwestin

Piştî hemû êrişan saziyên ewlekariyê soz dane ku ewê kujeran bigrin û radesî dadgehê bikin.

Lê heya niha ne tenê Saziyên Ewlekariyê yên Silêmaniyê, Herêma Başûrê Kurdistanê jî ti kes ji wan kujeran ne girtiye û hesab ji wan nexwestine.

Back to top button